• Tuesday, 10 February 2026
logo

Her Du Mekteb Siyasiya PDK Û YNKê Civiyan

Her Du Mekteb Siyasiya PDK Û YNKê Civiyan
Di çarçoweya civînên hevbeş yên her du mekteb siyasiyên partiya demorkata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê de evro li Hewlêrê civîneke din ya hevbeş a her du aliyan hate saz kirin.

Di vê civîna han de çendîn babet û mijarên sereke û girîng hatin nîqaşkirin û piştî bi dawî hatina vê civînê jî bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî naveroka vê civîna han ji raya giştî re hate pêşkêşkirin.

Di beşek ji vê daxuyaniya han de hetiye nivîsandin ku, her du alî tekez li ser peymana steratejîk a di navbera her du aliyan de hatiye kirin bi awayekî ku, ligel pêşhatên nû û mercên heyî yên li Kurdistanê de bigonce û herwiha behsa çawetiya beşdarî kirin di hilbijartinên vê carî jî hatiye kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirine ku, berejwendiyên Gelê Kurd çawe feriz bike vê bi vê rengî beşdariya hilbijartinan bikin.
Top