• Tuesday, 10 February 2026
logo

Parlementerên AKP ên Herêmên Rojavayê Tirkiyeyê dê Serdana Herêmên Kurdan Bikin

Parlementerên AKP ên Herêmên Rojavayê Tirkiyeyê dê Serdana Herêmên Kurdan Bikin
Bi mebesta wergirtina nerînên xelkê herêmê û şirovekirina pêvajoya aştî û çaresreîyê, parlamenterên bajarên Rojavayê Tirkiyeyê yên AK Partiyê dawiya vê heftiyê dê bên li 3 bajar û 13 navçeyên kurdan bigerin û pêvajoya aştiyê ji xelkê re vebêjin.


Li gorî nûçeya ajansa DHA’yê 45 parlamenterên AK Partiyê dê ji bajarên Tirkiyeyê bihên û dawiya vê heftiyê li bajarên kurdan bigerin. Parlamenter dê li Amed, Batman, Sêrt û 13 navçeyên evan bajaran bi gel re bihêne ba hev û behsa pêvajoya aştî û çareseriyê bikin. Parlamenter dê di heman demê de pêşniyarên çareseriyê yên xelkê jî li ba xwe binivîsin û bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re parve bikin. Li gorî agahiyan biryara şandina parlamamenteran ji aliyê serokwezîr û serokê AKP Receb Teyib Erdogan ve hatiye dayîn û dê cîgirê serokê Koma AK Partiyê Ahmet Aydin jî di nava evê şandeyê de be.

Parlamenterê Amedê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu diyar kir, ku ew girîngiyeke mezin didin vê serdanê û bi hatina evê şandeyê re dê di feraseta mirovan de gelek guherînên erênî çêbibin. Ensarîoglu, destnîşan kir parlamenterên ku dê bêne herêmê çavdêriyên xwe dê bibin bajarên xwe û bi hilbijêrên xwe re parve bikin.
Top