Iraqê Îsal 22 Kes li Sêdareyê Daye
Li gor raporteke ajansa nûçeyan a Royterz (Reuters), hikûmeta Iraqê berdewame li ser cîbicîkirina qanûna sêdaredanê û roja duşembîya bihorî jî 4 kesên din li sêdareyê daye ku koma kesên sêdaredayîyên îsal gihandiye 22 kesan.
Ewe jî di demekê de ye ku Yekîtîya Ewropa û Rêkxistinên Çavdêrîya mafên mirov û rêkxistina lêbihorîna navdewletî daxwaz li Bexdadê kirine dawî bi cîbicîkirina evê sizayê bihîne.
Wezareta dad a Iraqê ragiahnekê de ragihand:´´ ew terorîstane bi hokarê ewê yeê ku tawan li dijî Iraq û xelkê Iraqê encam dabûn, sizayê sêdaredanê bi ser wan de hatiye cîbicîkirin.´´
Iraqê sala bihorî jî sizayê sêdaredanê bi ser 129 kesan de cîbicî kiribû.
