• Tuesday, 10 February 2026
logo

Eger Pêvajo Sernekeve Vê Demê Rewş Gelek Aloz Bibe

Eger Pêvajo Sernekeve Vê Demê Rewş Gelek Aloz Bibe
Endamê desteya Serokatiya koma civakên Kurdistanê Cemîl Bayik ragihand ku, eger pêvajoya nû yaku li Tirkiyeyê destpê kiriye sernekeve vê demê vê rewşa Tirkiyeyê gelek aloz bibe û metirsiyên mezin li benda paşeroja Tirkiyeyê bin.

Cemil Bayik eşkere kir ku, tevahiya danûstandin û gotûbêjên heyî yên li dor prosesa çareser kirina pirsa Kurd hatine ser meseleya vekêşan an jî venekêşana endamên PKKê di nava Sînurên Tirkiyeyê de xetimîne.

Bayik eşkere kir ku, ev yek helwesteke gelek şaşe û dibe pêngavên din yên pêwîst werin nîqaşkirin.

Nav hatî eşkere kir ku, ragihandina agirbset û vekêşana hêzên gerîla di nava Sînurên Tirkiyeyê de parçeyeke sereke û girîng ya çareseriya qanûnî a demokratîke.
Top