Serok Barzanî Bi Komîteya Nirxandina Helwesta Kurdistan Li Hember Bexdayê Re Civiya
Di vê civîna han de hevdem ligel nirxandina rewşa siyasî ya Kurdistanê, 3 xalên sereke jî weke helwesta yekgirtî ya Kurdistaniyan hatin destnîşankirin.
- Dibe hilbijartin di dema xwe de werin sazkirin.
- biryara 2an ya Parlementoya Kurdistanê di nava yekem hijmara rojnameya weqaê Kurdistanê de were belavkirin.
- dibe her du mekteb siyasiyên PDKê û YNKê bi awayekî fermî bersifa nameya her sê aliyên opozisyonê yaku, di roja 24/2/2013an de li ser meseleya çaksazî li Kurdistanê de pêşkêş kirine bidin.
