• Tuesday, 10 February 2026
logo

Alîkarê Erdogan: 7 Komisiyon bi Endamîtîya 49 Kesan bo Pêvajoya Aştîyê Pêk Dihên

Alîkarê Erdogan: 7 Komisiyon bi Endamîtîya 49 Kesan bo Pêvajoya Aştîyê Pêk Dihên
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag aşkera kir, ku Komîsyona Aqilmendan ji 49 kesan pêk dihê û wan 7 komîsyonên ku her yek ji wan ji 7 kesan pêk dihê, ava kirine. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jî dê bi serokê ewan komîsyonan re yek bi yek bipeyve.


Piştî diyaloga di navbera Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de, hemû amadekarî ji bo nexşerêya aştiyê têne kirin. Herî zêde jî di vê demê de Komîsyona Aqilmendan ku dê çavdêriya pêvajoyê bikin derdikeve pêş.

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag, îro aşkera kir ku komîsyon ji 49 kesan pêk tê û heta niha 7 komîsyon hatine avakirin. Bozdag, navên di komîsyonê de nedan lê got ew xwe dizanin. Li gorî gotinên Bozdag komîsyon dê vê heftiyê bê aşkerakirin û serokên van komîsyonan dê yek bi yek bi Erdogan re muxatab bibin. Ji ber ku bi awayeke fermî li Tirkiyeyê 7 herêm heye, ji her herêmek 7 aqilmend hatine hilbijartin û ev aqilmend dê vê pêvajoya aştiyê ji nêz ve bişopînin û çavdêriyan bikin.

Hêjayî gotinê ye di nava komîsyonê de berê navê Yaşar Kemal, Hasan Cemal, Kadîr Înanir, Julîde Kural, Vahap Coşkun û kesên weke Fazil Husnu Erdem jî derbas dibû. Lê ev nav hêj nehatine piştrastkirin.
Top