Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya parêzgerê Nînowa kir
Li civînê de, ku birêz Kerîm Sîncarî Wezîrê Navxoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû, di derbarê rewşa emniya Iraqê bi giştî û Musil bi taybetî guftûgo kirin.
Li mijareke dinê civînê de, di derbarê hilbijartina Encûmena Parêzgehan li Iraqê û biryara Hikûmeta Federal ya di derbarê paşxistina hilbijartinê li hinek parêzgeh û bandorên wê û pêşhatên dawî hatin nirxandin.
Her li vê civînê de behsa pêwendiya navbera hêzên siyasiyên nav Parêzgeha Nînowa û bi taybetî wan pêwendî û hevkariyan kirin ku li navbera her du Lîsta Birayetiya Nînowa û Lîsta El Hedba de li holê daye.
