• Tuesday, 10 February 2026
logo

Gorbachev: Li Rûsya serhildanên dîrokî dê rû bidin

Gulan Media March 31, 2013 Nûçe
Gorbachev: Li Rûsya serhildanên dîrokî dê rû bidin
Serokê Yekîtiya Sovyeta berê daxwaza demokratîzekirina civakî ya zêdetir li Rûsya kir û hişyarî da ku eger neyê kirin wê serhildanên nerazbûnê dîrokî li welat rû bidin.

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê li zarê serokê Yekîtiya Sovyeta berê Mikhail Gorbachev belav kiriye ku: Her çiqas serokê Rûsya Viladimir Putin serkeftî bû ku opozisyonê serkut bike û desthiladaran karîbûn şepola nerazîbûnê heya demekê aram bikin, lê belê kêşe bi temamî çareser nekirine û wek xwe mane û zêdetir dibin.

Mikhail Gorbachev, hişyarî daye ku egera serhildana neraziyan ku bi dîrokî bi nav dike û got: Em li hemberî hewlekî nû ya civaka Rûsyayê de ne bo gihêştin bi demokrasiyekî rasteqîne û ev hewle jî wateyekî xwe ya dîrokî wê hebe.

Mikhail Gorbachev, temen xwe gihîştiye 82 sal û hêşta berdewame li çalakiyên giştî ya jiyana rojane û beşdare di belavkirina rojnameya bi navê (Novia Gazette) ku rojnameyekî Rûsî ya serbixwe ye.

Xendan
Top