Ji Ehmed Turk û Aysel Tugluk bo Pîrozkirina Rojbûyîna Ocalan Bangewazî
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Ehmed Turk û Aysel Tugluk, li avahiya KCD’ê ya Amedê li ser 4’ê Nîsanê rojbûyîna Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan civîneke çapameniyê pêk anîn. Turk, diyar kir ku dê di 4’ê Nîsanê de li gundê Ocalan Amarayê ya bi ser Ruhayê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin û ji 4 perçeyên welat dê Kurd tevli vê meşê bibin. Ehmed Turk, diyar kir ku ev roj roja jidayikbûna nasnameya Kurd e û wiha axivî: “Rol û mîsyona Birêz Ocalan karîger e. Dîrok carna di şexsê hin kesan de xwe dide der. Dîrok carna hin mîsyonan li hin kesan dike. Birêz Ocalan jî kesayetek dîrokî ye û li ser wî mîsyon û roleke dîrokî heye. Gelê Kurd weke îrade li pişt Ocalan e, bi Ocalan re ye.” Turk, destnîşan kir çûna Amarayê xwedîderketina li peyama Ocalan a Newrozê ye û banga tevlibûneke girseyî li xelkê kir.
Aysel Tugluk jî got ji bo Ocalan bikaribe bi awayeke hêsan bi Kurd û Tirkan re hevdîtin pêk bîne, şert û mercên Ocalan bên sererastkirin.
Li Bakur 9 sal in di her 4’ê nîsanê roja jidayikbûna Ocalan de meş ber bi gundê Amarayê ve tê lidarxistin. Her sal bi deh hezaran Kurd li gundê Amarayê dicivin û rojbûyîna Ocalan pîroz dikin. Di sala 2009’a de di meşa Amarayê de 2 ciwanên Kurd Mustafa Dag û Mazlûm Karadag ji aliyê hêzên ewlehiya dewletê ve hatibûn kuştin.
