• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tirkiye Zêdetir Ji 600 Penaberên Sûriyayê Dersînur Kir

Gulan Media March 30, 2013 Nûçe
Tirkiye Zêdetir Ji 600 Penaberên Sûriyayê Dersînur Kir
Duh li Akçekaley a Rihayê di konbajarê Suleymanşahê de şewat derketibû û di şewatê de zarokekî jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî vê jî penaberên ku di konbajêr de diman çalakiyek li darxistibûn û erîşî polîsan kiribûn. Di çalakiyê de buyer derketin holê.

Polîsên Tirkiyeyê piştî 3 saetan bi zor karîn ku, buyerê kontrol bikin û piştî kontrol kirina buyerê zêdetir ji 600 Penaberan ku, beşdariya vê buyerê kiribûn hatin destnîşan kirin û pişt re jî ji Tirkiyeyê hatin dersînurkirin.

Hêjayê gotinêye ku, jiber agir pêketinê zarokekî 7 sal canê xwe ji dest dabû û xweşika vî jî birîndar bibû.
Top