• Tuesday, 10 February 2026
logo

Malikî soz da Sediriyan

Gulan Media March 28, 2013 Nûçe
Malikî soz da Sediriyan
Bi erêkirina gelek daxwazên wan wezîrên ser bi rewta Sedir dawî li boykotkirina rûniştinên encûmena wezîran a Êraqê tînin û vedigerin nava hikûmetê.

Jêderekê nêzîk li desteya siyasî ya rewta Sedir ji ajansa (Skynewsê) re ragihand ku: Serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî daxwaziyên rewta Sedir erê kiriye û soz daye ku gelek mercên wan cîbicî bike.

Jêderekê li rewta Sedir ku nexwestiye navê wî bê aşkira kirin ku xwe di pêkanîna lijneyekî emnî dibîne bo lêkolîna li egera paşvexistina hilbijartinên encûmena parêzgehan û danana sînorekê bo deshilatdariya Malikî û cîbicîkirina daxwzên rewa ya xwepêşanderên Sune`yan.

Li gor ajansa Skynewsê yek ji daxwaziyên giran û hestyar yên rewta Sedir ewe ku emaneta giştî ya encûmena wezîrên Êraqê bidin rewta Sedir, lê belê carê Nurî Malikî rezamendî li ser ew daxwaziye nîşan nedaye û pêşniyar kiriye ku wê daxwazê bixe nava bernameya danûstandinên navbera herdu aliyan de.

Xendan
Top