• Tuesday, 10 February 2026
logo

Sefîn Dîzeyî ji bo derve tê veguhestin

Gulan Media March 27, 2013 Nûçe
Sefîn Dîzeyî ji bo derve tê veguhestin
Biryare berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî bi armanca çareserkirina pijîjkî bo derveyî Herêma Kurdistanê bê veguhestin.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Rûdawê re got: "Biryare îro bi armanca çareserkirina pijîjkî Sefîn Dîzeyî ji bo yek ji nexweşxaneyên derve bê veguhestin."

Duh danê êvarî berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî ku ligel şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê kiribû, di dema vegerê de krîza dil derbas kir û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Çavkaniyekî agehdar di vê derbarê de ji Rûdawê re wiha got: "Sefîn Dîzeyî krîza dil derbas kir, li nexweşxaneya Navenda Dil a li Hewlêrê hat emeliyatkirin û niha rewşa tendirûstiya wî başe."

Pijîjkek: Boriyên dilê Dîzeyî hatibûn girtin
Pijîjkekî nexweşxaneya Navenda Dil a li Hewlêrê ji Rûdawê re wiha got: "Dîzeyî tûşî girtina boriyên dil bibû û hatiye emeliyatkirin. Niha rewşa tendirûstiya wî başe û dikare baxive."

Tê çaverêkirin ku berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî ji bo nexweşxaneyeke dil a welatê Ewusturya bê veguhestin.

Rudaw
Top