Nêçîrvan Barzanî Serdana Navenda BDPê Kir
Di hevdîtinekî de her du Hevserokên BDPê kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kirin û behsa hewlên Serokatiya Kurdistanê bo piştgîrî kirina prosesa aştî û çareseriya aştiyane a doza Kurd kirin û ev hewldanên han bi girîng wesif kirin û spasiya xwe jî pêşkêşî Serokatiya Kurdistanê kirin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de behsa pêşevçûnên heyî yên di warê çareseriya aştiyane a doza Kurd de hate kirin û her du alî li ser vê yekê hemfikir bûn ku, prosasa han yaku, bi mebesta çareser kirina doza Kurd destpê kiriye destkefteke gelek girînge û dibe her kes hewl bo serkeftina vê prosesa han bide.
Di beşeke din ya vê civîna han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, Hikûmeta Kurdistanê weke her tima amadeye bi her awayî piştgîriya çareseriya aştiyane a pirsa Kurd bike û di vê warî de jî amadeye ku, her cure hevkariyek pêşkêş bike.
Di dawiya vê hevdîtina han de Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş spasiya helwesta Hikûmeta Kurdistanê kir û ragihand ku, rola Serokatiya Kurdistanê di çareser kirina aştiyane a pirsa Kurd de roleke gelek girînge û hêvî dikim ku, Serokatiya Kurdistanê bi berdewamî rola xwe bilîze.
Piştî vê civîna han di presskonferansekî de Nêçîrvan Barzanî behsa serdana han kir got: Armanca me ji vê serdana han pîroz kirina cejna Newrozê û herwiha giftûgo kirin di derbarê prosesa çareser kirina aştiyane a pirsa Kurd e.
Li hember de jî Selahedîn Demîrtaş eşkere kir ku, ev serdana han bû sedema kêfxweşiya tevahiya aliyan.
