• Tuesday, 10 February 2026
logo

PDK: Dibe Hilbijartin Di Dema Diyarkirî De Werin Saz Kirin

Gulan Media March 27, 2013 Nûçe
PDK: Dibe Hilbijartin Di Dema Diyarkirî De Werin Saz Kirin
Evro Peyvdarê mekteb siyasiya Partiya demokrata Kurdistanê di derbarê nûçeyeke rojnameya Hawlatî de daxuyaniyeke pêşkêşî kanalên ragihandinê kir û ragihand ku, nûçeya rojnameya Hawlatî dure ji rastî.

Peyvdarê mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa vê yekê kiriye ku, rojnameya Hawlatî nûçeyeke belav kiriye û di vê nûçeya han de diyar kiriye ku, Peyvdarê civata Serokatiya PDKê a li Silimanî eşkere kiriye ku, PDK naxwaze evsal hilbijartin werinkirin, em weke PDKê hevdem ligel red kirina ev nûçeya han ji raya giştî re eşkere dikin ku, partiya demokrata Kurdistanê dixwaze hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de werin sazkirin.
Top