Serokwezîra Berê ya Tirkiyeyê Tansu Çîller û Çend Berpirsên Ewê Demê Dihêne Darizandin
Serdozgeriya Komarîya Tirkiyeyê li Amedê derbarê kuştina Serokê DEP’a Amedê Muhsîn Melîk ku di salên 1990’î de bi awayeke kiryar nediyar hatibû kuştin de, lêpirsîneke nû vekir. Dozgeriyê biryar da ku ji ber vê kuştinê Serokwezîra Tirkiyeyê ya wê demê Tansu Çîller, Serokê Fermandariya Giştî ya Tirkiyeyê Dogan Gureş û parlamenterê wê demê Sedat Bucak de lêpirsîn bê vekirin û îfadeya wan bê girtin.
Serdozgeriyê ji bo ku dosyaya Muhsîn Melîk nekeve ber bihurandina demê û doz nekeve, dosyaya darizandinê nû kir.
Di dema van hersê rayedarên Tirkiyeyê de li bajarên kurdan 17 hezar kes rastê kuştinên kiryar nediyar hatibûn û gelek ji wan jî hatibûn wendakirin. Hê jî aqûbeta bi hezaran kesî nayê zanîn.
