• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hijmara Penaberên Rojawayê Gehêşte 99 Hezaran

Gulan Media March 27, 2013 Nûçe
Hijmara Penaberên Rojawayê Gehêşte 99 Hezaran
Duh Cîgirê Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand ku, hijmara Penaberên Rojawayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de gehêşte 99 hezar û 138 Penaber.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, hijmara giştî ya Penaberên Sûriyayê ên li Îraqê 106 hezar û 827 kese.

Çavkanî diyar kir ku, ji vê hêjmara han 99 hezar û 138 kes li Bajarên curbicur yên Kurdistanê de hatine bicîhkirin û Parêzgeha Dihukê 70 hezar û 663 Penaber, Parêzgeha Hewlêrê 21 hezar Penbar û Parêzgeha Silimanî jî 7 hezar û 79 Penaber di nava xwe de bicîh kirine.

Zêbarî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, rojane zêdetir ji 900 Penaber digehêjin Kurdistanê û li Kurdistanê de tên bicîhkirin.
Top