Nêçîrvan Barzanî Û Hevserokên KCD Civiyan
Di civînekî de ku, Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdarbû, behsa prosesa çareser kirina doza Kurd li Tirkiyeyê hate kirin.
Di berdewamiya vê civîna han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, ev qonaxa han bi erênî dibînin û hêvî dixwazin ku, ev prosesa han bi awayekî serkeftî bigehêje armanc û encamên baş.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, Hikûmeta Kurdistanê bo çareseriya aştiyane ya doza Kurd li Tirkiyeyê de amadeye her cure hevkariyek pêşkêş bike û di vê warî de jî hewldanên xwe vê bidomîne.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê herwiha diyar kir ku, ev prosesa han derfeteke gelek başe lewre dibe tevahiya aliyan fêde ji vê derfeta han bigirin û hewl bo çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî bidin.
Li hember de jî heyeta Hevserokên KCDê spasiyên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê kir û hewldanên Hikûmeta Kurdistanê bo çareseriya aştiyane a doza Kurd bi girîng wesif kir.
Heyeta KCDê di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, niha li Deverê de rewş gelek aloz û hesase û çareser kirina doza Kurd li Tirkiyeyê pêdeviya xwe bi hewldanên tevahiya aliyan heye.
Heyeta KCDê spasiyên xwe jî pêşkêşî Serokatiya Kurdistanê û Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê kir û ragihand ku, hewldanên Serokatiya Kurdistanê bo afirandina derfeteke goncav bo çareseriya aştiyane a doza Kurd gelek girîng û erênîne.
Di dawiya vê hevdîtina han de rewşa Sûriyayê jî hate nîqaşkirin û her du alî di vê derbarê de nêrîn û ramanên xwe diyar kirin.
