Usame Nuceyfî: Amerîkayê Pêşniyara Hilbijartinên Pêşwexte Kiriye
Di evê dîdarê de John Kerry daxwaz li Usame Nucêfî kiriye ku divê Sune xwe ji prosesa siyasî û hilbijartinên bihê de paşve nekşînin, çimku ew gav ziyanê digihîne Suneyên Iraqê. Herwisa hatiye ragihandin, ku Kerry pêşniyara hilbijartinên pêşwext li Iraqê bo avakirina hikûmeteke nû kiriye.
Çend jêderên agahdar ragihandine, ku serokê parlemana Iraqê Usame Nucêyfî duh roja yekşembê rezamendiya xwe li ser pêşniyara wezîrê derveyê Amerîkayê nîşan daye û erê kiriye, lê bi mercekê ku hikûmeta bihê, ji kesên teknokrat û bi serokayetiya kesekî serbixwe pêk were.
