• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Meksîkayê hovîtiya mafyayê

Gulan Media March 26, 2013 Nûçe
Li Meksîkayê hovîtiya mafyayê
Li Meksîkayê, cesedên 7 kesên ku li ser kursiyê rûniştandine û înfaz kirine hatin dîtin. Cesedan herkes matmayî hîşt. 7 cesed jî aîda mêran bûn û bi gule bera serê wan dayinê hatine kuştin.

Li Meksîkayê hovîtiyeke mafyayê a din hate jiyandin. 7 mêr ji aliyê mafyayê ve bi awakî hovane hatine înfazkirin.

Li eyaleta Michoacan, li bajarê Uruapanê, cesedê 7 zilamên ku li ser kursiyê rûniştine û hatine kuştin hatin dîtin.

Salên 7 zilamên ku hatine înfazkirin, di navbera 15 û 40 saliyê de ne. Bi gule berdana serê wan hatine kuştin.

Li ser sînga hin cesedan nota hişyariyê berdane. Li ser nota ku li ser cesedan hatiye dîtin de wiha dinivîse, "Hişyarî. Ji dizan, kesên ku mirovan direvînin û şêlankeran re wê aqibet ev be."

Li Meksîkayê, di 7 salên dawiyê de, di şerê nav çeteyên tîryakiyê de 70 hezar mirovî jiyana xwe wenda kiriye. Di warê astengkirina şîdetê de polîs neçar dimîne. Gel, bona ku karibe xwe biparêze, çekan digire û xwe bi rêxistin dike.

Avestakurd
Top