• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kurdistanî Dikarin Bêyî Vîze Serdana Corciyayê Bikin

Gulan Media March 26, 2013 Nûçe
Kurdistanî Dikarin Bêyî Vîze Serdana Corciyayê Bikin
di dema destpê kirina yekemîn geşta asmanî ya di navbera Teblîs û Hewlêrê de, Berpirsê kompaniya Ariya Lewend Cemal ragihand ku, ji niha û pêve xelkê Kurdistanê dikare bêyî vîze serdana welatê Corciyayê bike.

Çavkanî di derbarê hijmara geştên asmanî yên ji Teblîsê bo Hewlêrê de diyar kir ku, ev geştên han di rojên Yek Şem û Pênc Şem ya her Hefteyekî de berdewam dibin û ev kesên ku, dixwazin sefer bikin ti pêdeviyeke wan bi vîzeyê tuneye belku, bi tenê hebûna pasportê pêwîste.
Top