• Tuesday, 10 February 2026
logo

PYD Piştgirî da peyama Ocalan

Gulan Media March 24, 2013 Nûçe
PYD Piştgirî da peyama Ocalan
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyarkir ku, peyama Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan bingeha peymanek di navbera hemûn civakên Rojhilata Navîn de ava dike û destnîşan kir ku, ew bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê pêngava pîroz.

Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) di derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan ya ku di ahenga Newroza Amedê hatibû xwendin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin peyama Ocalan li dijî dijminahiya di navbera gelan de tê derxistin banga biratiyê ye û ev tişt hatin gotin: “Ev name bingeha peymanek di navbera hemû civakên Rojhilata Navîn de ava dike,em dikarin li ser vî bingehî Rojhilatek Navîn a demokratîk ku hemû gel, ol û netew, hindiknetew, bawerî xwe tê de bi awayekî azad îfade bikin, ava bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, pêşketinên li Rojhilata Navîn û Sûriyê tên dîtin nîşan didin ku, gelê Kurd pêşengiya demokratîkbûnê dike û bi çareresiya pirsgirêka Kurd wê li hemû Rojhilata Navîn demokratîkbûn pêk were.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, berpirsyariya vê gava dîrokî dikeve ser milê hemû aliyên li Rojhilata Navîn û hate diyarkirin ku, PYD wê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide vê gava aştiyane û dîrokî.

Xendan
Top