Papayê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê dike
Piştî ku şandeke wezareta Ewqafê ya Êraqê û Herêma Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirin li rêûresma destnîşankiina Papayê nû serdana Vatîkanê kiribûn dan zanîn ku, biryare îsal Papayê nû yê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Birêvebirê ragihandina wezareta Ewqaf û karûbarê olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşbendî ji Xendanê re ragihand: "Piştî ku şanda wezareta ewqaf a Herêma Kurdistanê bi serokayetiya Cemal Elbîr, birêvebirê giştiyê karûbarê mesîhiyan li wezareta ewqaf a Herêmê beşdarî di merasîma danana Papayê nû yê Vatîkanê de kirin, ji aliyê xwe ve Papa (Xorxî Birgilyo ku naskiriye bi Fransîs û bi regez Arjantînî, gotiye ku dema serdana xwe ya îsal bo Êraqê ewê serdana Herêma Kurdistanê jî bike."
Merîwan Neqşbendî da zanîn ku: "Hurguliyên wê serdanê pêwîstî bi amadekariyê heye û ew jî di warê ewlekarî de, ji bo vê jî hîna dema serdana Papa nehatiye diyar kirin, lê belê bi dilniyayî ewê serdan bike û eger ev serdan pêk were wê cara yeke di dîroka cîhanê de Papayê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê bike."
Xendan
