• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pervîn Buldan: Heke Komîsyon Neyên Avakirin Çekdarên PKK’ê Paşve Nakişin

Gulan Media March 24, 2013 Nûçe
Pervîn Buldan: Heke Komîsyon Neyên Avakirin Çekdarên PKK’ê Paşve Nakişin
Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan ku di şandeyê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, diyar kir heke komîsyonên aqilmend û dadê bi hev re ava nebin, hêzên çekdar ên PKK’ê dê paşve nekişin.

Cêgira Koma BDP’ê parlementer Pervîn Buldan, derbarê paşvekişandina hêzên PKK’ê de, ji rojnameya Radîkalê re axivî. Buldan, diyar kir heke komîsyona aqilmedan û komîsyona dadê bi hev re neyên avakirin dê hêzên çekdar ên PKK’ê paşve venekişin û wiha got: “Heke herdu bi hev re ava nebin wê çaxê paşvekişandin çênabe. Ji vir û şûnde gog li ber piyê hukûmetê ye. Piştî ku komîsyon bên avakirin PKK dê derkeve derveyî sînor û şandeya 4’emîn a BDP’ê dê biçe Îmraliyê. Li wir dê nameyên Ocalan ku ji Qendîl û Ewropayê re binivîse werbigrin û nameyan bigihijînin cihê wan.” Buldan, destnîşan kir pêwîst e komîsyon di nava du heftiyan de bêne avakirin û ji bo vê yekê ne şert e ku MHP û CHP di parlamentoyê de amade bin. Buldan, got vê heftiyê dê di navbera wan û hukûmetê de serdan bêne destpêkirin.

Pervîn Buldan, da zanîn ew gotina Serokwezîrê Turkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ên “Ku paşve vekişin em ê operasyon nekin” girîng dibînin.
Top