``Kurd bi Hesanî Bexdayê Bernadin``
Endama encûmena Nûnerên Iraqê, li ser lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî Dr. Eşwaq Caf, bo ajansa Peyamnêr ragihand; Em weke Kurd netewên dûyemînin li Iraqê, demên bûrî de Pêşmnergeyan xebata çekdarî kirine da kû mafên me bi dest bînin, di encamên de jî , Kurdistan Kurdistan ji destê sîstema dektator hate rizgar kirin, belê piştî sala 2003 me li gel hukûmeta Iraqê bi hevre dest bi xebata siyasî kiriye.
Eşwaq Caf weha jî da zanîn kû: Mafên Kurdan li destûra Iraqê de hatine nivîsandin, lê belê maye kû were cêbecêkirin, pêkanînan wê jî bi rêya xebata siyasî tê kirin, Bexdad jî netenê mulkê aliyekî ye, Bexdad mulkê hemû pêkhateyên Iraqêye, di vê rewşê de çawe Kurd yek ji pêkhateyên Iraqêye weha Kurd jî xwediyê Bexdayêye.
Amaje bi vê yekê jî da: Me dema dest bi xebata siyasî kir û weha Bexdad jî bendên destûrê cêbecê nake, nabê em bêjin divê yekser em xwe vekşînin, nexêr, belê divê xebata siyasî berdewam be çûnke dema xebata çekdarî nemaye.
Endama encûmena nûnerên Iraqê li gorî wê weha bû kû Kurd bi hesanî dev ji Bexdayê bernadin.
