• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê Piştgîriya Peyama Ocelan Dike

Gulan Media March 23, 2013 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê Piştgîriya Peyama Ocelan Dike
Piştî pêşkeş kirina peyamekî bo bêdeng kirina çekan û agirbestê ji aliyê Serokê PKKê Ebdulah Ocelan ve, duhê bi şev jî Hikûmeta Kurdistanê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî piştgîriya xwe bo vê peyama han diyar kir.

Hikûmeta Kurdistanê di vê daxuyaniya han de nivîsandiye; Em weke Hikûmeta Kurdistanê vê yekê dûbare dikin ku, em piştgîriya her cure hewldaneke aştiyane bo çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê dikin û di vê çarçoweyê de jî peyama birêz Ocelan yaku, di roja Newrozê de hatiye pêşkêşkirin, em bi girîng û erênî wesif dikin û hevdem destxweşiya xwe û piştgîriya xwe ji bo vê pêngava han diyar dikin.

Hikûmeta Kurdistanê di beşeke din ya vê daxuyaniya han de eşkere kiriye ku, bo her cure hevkarî û karasaniyekî amadeye.
Top