• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî Li Gel Xelkê Kurdistanê Derket Seyranê

Gulan Media March 21, 2013 Nûçe
Serok Barzanî Li Gel Xelkê Kurdistanê Derket Seyranê
Bi mebesta pîroz kirina yekemîn roja cejna newrozê evro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî tevî xelkê Kurdistanê derket seyranê.

Di vê çarçoweyê de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana çendîn seyrangehên navdar yên li Deverên curbicur ên Kurdistanê de kir û li gel Seyrankeran rûnîşt û ji nêz ve guhdariya Seyrankeran û daxwazên wan kir.

Seyrankerên Kurd bi dîtina Serok Barzanî bi coşeke mezin kêfxweşiya xwe diyar kirin û derdorê Serok Barzanî kom bûn û ligel Serok Barzanî dest bi girtina wêneyan kirin.

Di nava wan seyrangehan de Serok Barzanî peyamên kurt pêşkêşî xelk kir û hêvî xwest ku, seyranên wan bi xweşî bin û hertim di nava şadî û serfirazî de bin.

Hevdem Serok Barzanî hêviya vê yekê jî xwest ku, ev welatiyên Ereb yên ku, ji Başûr û naverasta Îraqê de hatine Kurdistanê, rojên xweş û şad di bin siya ezmûna demokratîk û rewşa aram ya Kurdistanê de derbas bikin.

Welatiyên Ereb jî bi dîtina Serok Barzanî gelek şad û dilxweş bûn û xweziya vê yekê xwestin ku, kaş Serok Barzanî Serokê Îraqê bûbaya.

Hevdem Serok Barzanî serdana wan Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî kir ku, ji Rojhilatê Kurdistanê bi mebesta pîroz kirina cejna Newrozê hatine Kurdistanê û ligel wan jî bi awayekî kurt dest bi diyalog kir û hêvî xwest ku, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û ev mêwanên din yên ku, ji neteweyên din yên Îranêne û hatine Kurdistanê rojên xweş û şad li Kurdistanê de derbas bikin.
Top