Serok Barzanî: Bila Kes Xwe Taqî Neke û Şerê Îradeyê ligel Gelê Kurdistanê Neke
Di destpêka peyama xwe de serok Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi xêr hatina hevwelatîyan û mêvanên biyanî û Kurdistanî kir û got:´´ xwuşk û birayên min ên xoştevî, mêvanên rêzdar, gelek gelek ez bextewerim ku îro di evê bîranîna pîroz de ez li gel beşdar dibim. Di evî yada pîroz de, yada cejna neteweyîya me yada cejna Newrozê, ez hêvîdarim ku hemû salek bi xweşî evê yadê pîroz bikin.´´
Serok Barzanî herwisa got:´´ Ez pîrozbayîyeke germ li hemû Kurdistanîyan dikim li her cihekê bin.´´ Her bi evê boneya pîroz ve, Barzanî di peyama xwe de got:´´ ez pîrozbayî li hemû ewan gelan jî dikim ku li gel me Kurdan evê bîranînê pîroz dikin û li gel me ji destê dîktatorîyeta evê serdemê ya pêş 2700 sal rizgar bûn.´´
Serokê herêma Kurdistanê di dirêjîya gotara xwe de ragihand:´´ dujminan dikarin me bikujin, me Enfal û Kîmyabaran bikin, lê nikarin şerê îradeyê li gel gelê Kurdistanê bikin, çimku îradeya gelê Kurdistanê bihêze û bila kes xwe taqî neke û şerê îradeyê li gel gelê Kurdistanê neke.´´
Di beşeke din a peyama xwe de serok Barzanî got:´´ xwuşk û birayên xoştevî, Neroz yanî azadî û rizgarî, yanî nûybûn û pêngav havêjtin berev gupka serkevtinê.´´
Di bareya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdadê jî de, Mesûd Barzanî got:´´ renge hindek kes wisa têbigihîjin ku pirsgirêka me, pirsgirêka çend mijarên îdarî ye. Nexêr, pirsgirêka me pirsgirêka neteweyekê ye, pirsgirêka mafane, pirsgirêka zewî û pirsgirêka sînore û herwisa pirsgirêka hevbeşbûn di sîstema desthilatdarîyê de ye. Her ji ber ewê çendê pirsgirêkên din û arîşeyên din lawekî ne, ewane pirsgirêkên serekî ne û ji ber wê yekê ez niha jî dibêjim û evê pirsyarê arasteyê birayên me yên li Bexdadê dikim ku bersiva me bidin ka gelo aya em hevbeş û şirikîn yan ne?´´
Rêzdar Barzanî herwisa got:´´ ez gelê Kurdistanê dilhêsayî dikim ku em herdem li gel rêkevtin û diyalogê de ne, lê bi hemû bawerîyekê ez ji we re dibêjim ku herêm amade ye bo hemû egerekê, lê em bi hêzîn pişt bi xweayê mezin û gelê Kurdistanê.´´
Di beşeke din agotara xwe de serok Barzanî da xuyakirin:´´ ez li vir bi pêywîst dizanim ku daxwazeke birayane li hemû malekê Kurd û her takekê Kurd bikim ku xweda ev welate cuwane û ev sirûşte cuwane daye me, dema ku diçin bo seyranê, ku înşalah hemû rojekê we her seyran be û herdem di xweşî û bextewerîyê de bin, lê cuwanîya evê sirûştê û paqijîya welatê xwe biparêzin.´´
Piştî tewawbûna gotarê jî, Serokê herêma Kurdistanê bi destê xwe agirê Newroza sala 2713 a Kurdî hil kir û merasîma pîrozbayîya cejna Newrozê bi agirbaranê li esmanê Hewlêrê berdewam bû.
