Hewlêr Bi Govenda Xwe ya Herî Dirêj Dikeve Ensklopêdiya Gêns
Malpea fermiya parêzgeha Hewlêr belav kiriye, kû ev govend dê bi amdebûna parêzgarê Hewlêr Newzad Hadî, serokê komîteya festivala Hewlêr Tahir Abdula, wezîrên hukûmeta herêma Kurdistanê û çendîn berpirsên hukûmî û partî, rêxistinên civaka Sivîl, kunsulên welatên cîhanê li Hewlêr were girtin.
Herweha niha li dema amadekirina vê nûçeyê li ser çendîn kenalên esmanî yên herêma Kurdistanî û biyanî bi şêweyekî zindî pexşa vê bûyera dîrokî dikin.
Li gorî zaniyariyan bo vê govendê şeş hezar û 500 kes, bi amadebûna 32 dahol û zurne beşdariyê di vê dîlanê de dikin. Di heman demê de, hijmareyek ji hunermendên herêmê û Hewlêr beşdariyê di vê govendê de dikin.
Weha tê çavrêkirin kû, bi sazdana mezintirîn guvenda Cîhanê ji nava çarçoveya Festîvala Hewlêr, navê Hewlêr bikeve enskilopediya Gêns bo pîvaniyên Cîhanî.
