• Tuesday, 10 February 2026
logo

Parêzgeha Enbarê Daxwaza Paşde Xistina Hilbijartinan Dike

Gulan Media March 18, 2013 Nûçe
Parêzgeha Enbarê Daxwaza Paşde Xistina Hilbijartinan Dike
Çavkaniyek ji komisyona serbixwe ya hilbijartinên Îraqê ragihand ku, jiber aloziya rewşa Parêzgeha Enbarê, Berpirsên vê Parêzgeha han daxwaz ji komisyona serbixwe ya hilbijartinên Îraqê kiriye daku, hilbijartinên Parêzgehan paşde bixe.

Çavkanî eşkere kir ku, piştî gehêştina vê daxwaza han, komisyona serbixwe bi mebesta nirxandina vê daxwazê ev yek pêşkêşî komîteya bilind ya ewlekarî a komisyonê kiriye.

Hêjayê gotinêye ku, beriya Hefteyekî Berpirsên Parêzgeha Enbarê bi awayekî fermî daxwaz ji komiysona serbixwe ya hilbijartinan kiriye daku, hilbijartinên vê Parêzgehê paşde bixe.
Top