Sadullah Ergîn: PKK dê di 9 Mehan de Hêzên Xwe Bibe Derveyî Sînor
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergîn duh şev tevli televîzyona Kanalturkê bû û derbarê pêvajoya aştiyê de agahiyên balkêş dan. Ergîn cara ewil ji bo pêvajoyê salnameya vekişînê aşkera kir û diyar kir çekdarên PKK’ê heta dawiya salê di nava 9 mehan de vekişin derveyî sinor.
Ergîn da zanîn, ku derketina PKK’iyan dê ji 21’ê Adarê (Newroz) dest pê bike û wiha got: “Divê derketina derve û agirbest bi hevre bimeşin. Em naxwazin pêvajoya derketina derve bi salan berdewam bike. Heke hewce bike em ê ji bo derketina wan a derveyî sînorên me, qanûn jî derxin. Tu garantiya vê pêvajoyê tune ye lê heke ev pêvajo têk biçe em dizanin dê çi bibe. Ji ber wê yekê divê ev pêvajo bi ser bikeve. Ger bi ser nekeve wê çaxê di nava 30 salan de çi qewimî be dê heman tişt dubare bin.”
Ergîn dubare kir, ku di rojeva wan de derxistina efûya giştî jî tune ye.
