• Tuesday, 10 February 2026
logo

14 Berbijar Li Parêzgeha Mûsilê Dev Ji Berbijariya Xwe Berdan

Gulan Media March 18, 2013 Nûçe
14 Berbijar Li Parêzgeha Mûsilê Dev Ji Berbijariya Xwe Berdan
Peyvdarê komisyona serbixwe ya hilbijartinên Îraqê Sefa Mûsewî ragihand ku, jiber gefên aliyên curbicur 14 Berbijarên hilbijartinên Parêzgehan li Parêzgeha Mûsilê dev ji berbijariya xwe berdane.

Sefa Mûsewî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, demeke aliyên Terorîstî li Parêzgeha Mûsilê gefên kuştin û eşkence kirinê li Berbijarên hilbijartinan dixwin lewre 14 Berbijar dev ji berbijariya xwe berdane.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, aliyên Terorîstî gefa kuştinê li zêdetir ji 150 karmendên komisyonê jî xwarine.
Top