• Tuesday, 10 February 2026
logo

Artêşa Sûriyayê 10 Welatiyên Kurd Kuşt

Gulan Media March 18, 2013 Nûçe
Artêşa Sûriyayê 10 Welatiyên Kurd Kuşt
Duhê Artêşa Sûriyayê li derdorê Bajarê Hemayê dest bi operasiyonek li dijî artêşa azad ya Sûriyayê kir û çendîn navçeyên derdorê Hemayê bordiman kir.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan ji Rojawayê Kurdistanê, di encama vê bordimana han de 10 welatiyên Kurd di encama vê bordimana han de hatine kuştin.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku, di dema operasiyona han de artêşa Sûriyayê dest bi bordiman kirina Gundê Kefer a ser bi Miherdê ve kiriye û di encam de 10 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane.
Top