• Tuesday, 10 February 2026
logo

Newroza Stenbolê dest pê kir

Gulan Media March 17, 2013 Nûçe
Newroza Stenbolê dest pê kir
Îro li bajarê Tirkiyê Stenbolê bi beşdariya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) cejna Newrozê tî pîroz kirin.

Bi deh hezaran welatiyên kurd li Qada Kazliçeşme ya navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê kom bûn.

Bi fermana parêzgariya Stenbolê, 14 rêyên bajêr ên serekî ji trafîkê re hatin girtin. Gel bi piyan di van rêyan re derbas dibin û ji bo tevlî merasîma pîrozbahiya Newrozê bibin.

Ji bajarên Tirkiyê yên weke, Îzmit, Bursa û Adapazariye bi hezaran welatiyên Kurd ji bo cejna Newrozê hatin Stembolê. Ji bo ewletiya gelê ku hatine cejna Newrozê, 15 hezar polîs hatin erkdarkirin.

Agahiye ku ji mudirê polîsên Stenbolê hatine wergirtin, ji bajarên derdorê 4 hezar polîs hatine Stenbolê.

Hevseroka BDP’a Stenbolê Asiye Kolçak, parlamentê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî gel re baxivin.

Rudaw
Top