• Tuesday, 10 February 2026
logo

Dawud Oglu: Newroza Îsal dê ya herî balkêş be

Gulan Media March 17, 2013 Nûçe
Dawud Oglu: Newroza Îsal dê ya herî balkêş be
Li gor nûçeyeke rojnameya Huriyetê belav kiriye ku, Duh 16/3/2013`an wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawud Oglu bi serdanekê çû bajarê Amedê û ji aliyê serokê şaredariya Amedê Osman Baydemir ve hate pêşwazî kirin.

Bi daxuyaniyekê Dawud Oglu ragihand ku: “Eger çareseriya pirsa Kurd bi awayekî serkeftî encam bide wê Tirkiyê bibe dewletekî bi navûbang bo aştiya li navçeyê.”

Dawud Oglu bal kişand ser nêzîkbûna cejna Newrozê û got: “Ez dikarim bêjim ku Newroza îsal li gor 30 salên berê dê bibe Newroza herî balkêş di dîroka Tirkiyê de ku wê bi awayekî aştiyane birêve biçe.”

Oglu got: “Tê çaverêkirin ku hemû endamên dewletê jî bi vê bonê wê ahengan bigerînin lê ew biryar jî vedigere serokwezîrê Tirkiyê.”

Di dirêjahiya gotinên xwe de Dawud Oglu amaje bi encamên proseya çareseriyê pirsa Kurd li Tirkiyê kir û got: “Yan hemû Tirk û Kurd û Ereb û Bosnî dê bihevrea bijîn yan jî hewl didin me ji hev bikin û parçe parçe bikin.”

Ji aliyê xwe ve şaredarê bajarê Amedê Osman Baydemir beramber bi daxuyaniyên Dawud Oglu ragihand û got: “Pêvajoya çareseriyê rê xweş dike bo avakirina pirekê di navbera welatiyên navçeyê de û dibe rêyek taku em bikarin bihevre bijîn.”

Xendan
Top