Nêçîrvan Barzanî: Em Helebçê dikin parêzgeh
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma 25`emîn salvegera Helebçeyê ku li Helebçeya şehîd birêve çû got: “Dema ku Helebçe hate şehîd kirin, cîhana îslamî û rojava li hemberî wê komkujiyê bêdengbûn, ji ber wê yekê niha çavê li wê yekê ye ku civaka navdewletî ku ji bo qedexekirina çekên kuştina bi kom kar bike.”
Nêçîrvan Barzanî rexne li Netweyên Yekbuyî û civaka navdewletî kir û got: “Eger dema ku Helebçe dihat kîmyabaran kirin, civaka navdewletî helwesta xwe hebûya enfal û tawanên din yên li beramberî Kurdan nedihat jiyan kirin, ji ber vê erkê exlaqî yê NY`yî û civaka navdewletiye ku wê tawanê bi jenosîn binasinînin.”
Nêçîrvan Barzanî teqez kir û got: “Em soz didin ku em Helebçe bikin bi parêzgeh û li gel cîgirê serokê Hikûmetê Îmad Ehmed jî em axivîne, tenê li ser rêya yasayî sekiniye.”
Serokê Hikûmeta Herêmê bal kişand ser kêşeyên navbera Bexdad û Hewlêrê û got: "Em amadene ji bo pêkanîna Êraqekî nû goftûgoyên şêber destpê bikin ku tê de şereketa niştimanî esas bê girtin û ji bilî wê em bi Êraqekî din razî nabin."
Xendan
