Pştî çend salan civaka navdewletî îtîraf kir yaku li Helebceyê qewimî karesatek mezin bû
Mixabin, hîngê civaka navdewletî weke pêwîst di hewara geklê me nehat û ew tawana mezin bi wê qebareya mzin newergirt. Pştî çend salan ji xebat û hewlên berdewam civaka navdewletî û nawendên biryarê îtîraf kir ku, yaku li Helebceyê qewimî karesateke mezin bû û çênabe mirovatî wê karesatê jibîr bike.
Raste zulim li Helebceyê hat kirin û ew bû qurbaniya doza miletekî, lê ew bo nasnameya wê zulim û sitema li miletê me hatiye kirin. Gelê Kurdistanê Helebceyê, li cîhanê, bi nasnameya xwe dizane. Ji ber vê yekê her sal 16ê adarê dibe roja şîniya neteweya me li sertaserî Kurdistanê û li mala hemû kurdan ev minasibete bilind tê ragirtin.
Xweragirî û berbipêşveçûna gelê ber bi paşerojeke geş, wisa kur ku, em ji wê qonaxa nexweş û dijwar derbas bin û bigihine qonexekê ku, civaka navdewletî piştgiriyê li xwestek û mafên gelê me bike.
Ji encamê xebat û tekoşîna hikûmeta herêma Kurdistanê û dilsozên gelê me li navxwe û dervey welêt heta nuha parlamentoyên çend welatekan weke Swêd, Norvêj û Birîtaniyayê bi fermî îtîraf bi wê yekê kiriye ku, gelê Kurdistanê li ser destê rijêmên berê yên İraqê rastî jênosîda hatiye, em helwestên wan welatan bilind dinirxînin. Di heman demê de ji bona ku, Neteweyên Yekgirtî û welatên din jênosîda gelê me bi femî nas bikin, dê xebatên me berdewam bin.
Armanca me ji sazkirina konfrensa navdewletî bijênosîdanaskirina tawanên kîmiyabarana Helebce û enfalan û zêdetir nasandina wan tawanên mezin yên di dîroka nû de bi ser gelê me da hetine ye, herwesa armanc jê bidestveanîna piştgirî û garantiya civaka navdewletî ye ku, careke din ew tevkojî, jênosîda, qirkirin, enfal û kîmiyabaran bi serê gelê me de dubare nebin.
Di vê minasibetê de careke din hikûmeta herêma Kurdistanê tekîdê li ser wê yekê dike ku, divê gelek xizmet ji bajarê ezîz, yê ku xweşî nedîtî, re bê pêşkeş kirin û jiyaneke hêja bo malbatên şehîdan misoger bike, birîndaran li derve û li navxwe çareseriyên pêwîst bo dabîn bike.
Raste gelek kar hatiye kirin, lê belê her çi ji Helebce û helebceyîyan re bê kirin her kêm e.
Di wê minasibeta xemgîn de careke din serê rêz û hurmetê bo şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê ditewîn in.
Hikûmeta herêma Kurdistanê
15.03.2013
