• Tuesday, 10 February 2026
logo

Xelkê Îraqê Daxwaza Hilweşandina Hikûmeta Malikî Dike

Gulan Media March 16, 2013 Nûçe
Xelkê Îraqê Daxwaza Hilweşandina Hikûmeta Malikî Dike
Di çarçoweya xwepîşandanên heyî yên li dijî Hikûmeta Îraqê û Serokwezîrê vê Nûrî Malikî, Duh jî piştî bi dawî hatina nivêja Înê li piraniya Bajarên Başûr û Naverasta Îraqê li dijî Nûrî Malikî xwepîşandan hatin kirin.

Di xwepîşandanên Duhî de welatiyên Xwepîşander daxwaza hilweşandina Hikûmeta niha ya Îraqê û dev ji kar berdana Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî kirin.

Welatiyên xwepîşander ev yek jî eşkere kirin ku, xwepîşandanên wan vê heta dema ku, Malikî dev ji postê xwe ber nede berdewam bin.
Top