• Tuesday, 10 February 2026
logo

Davutoglu û Baydemîr Bi Hev Re Civiyan

Gulan Media March 16, 2013 Nûçe
Davutoglu û Baydemîr Bi Hev Re Civiyan
Wezîrê Karên Derveyî yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, li Amedê Şaredar Osman Baydemîr ziyaret kir û peyamên aştiyê dan. Baydemîr jî Davutoglu, bi kurdî peşwazî kir û bi heman germahiyê peyamên piştevaniya vê pêvajoya aştiyê dan.

Wezîrê Karên Derveyî yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, li roja pêşembî bi êvarê hate Amedê û bi nûnerên hin sazî û dezgehên sivîl re hevdîtin pêk anî. Davutoglu îro serê sibehê çû Zanîngeha Dîcleyê û piştî zanîngehê jî hat serdana Şaredarê Amedê Osman Baydemîr. Şaredar Baydemîr, Wezîr Davutoglu bi nêrgizên buharê peşwazî kir. Piştî peşwazîkirinê Davutoglu û Baydemîr derbasî odeya Baydemîr bûn. Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker, parlamenterên Amedê yên AK Partiyê jî di şandeya Davutoglu de cih girtin. Çapemeniyê jî eleqeyeke mezin nîşanî vê serdanê da. Di serdanê de pêşî Osman Baydemîr axivî. Baydemîr bi bîr xist Amed ji dîrokê heta niha ji 33 şaristaniyan re mazûvanî kiriye û wiha axivî: “Em hêvî dikin pêvajoya aştiyê bi ser bikeve û bajarê me Amed hêj ji bo 33 gel û şaristaniyên din re bibe cih û war. Heke ev pêvajo bi ser bikeve, ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn jî dê di nava gelan de aştiyeke mayînde çêbe. Bi îzna xwedê pirên aştiyê dê di navbera Enqere û Mehabad, Hewlêr û Bexda, Şam û Qamişlo da bên sazkirin. Bi îzna xwedê em vê carê rûreş nabin.” Baydemîr, dema axaftina xwe bi dawî kir, ji Davutoglu re bi kurmancî û zazakî got “Hûn bi xêr hatin”.


Piştî axaftina Baydemîr, Davutoglu jî axivî û peyamên aştiyê dan. Davutoglu diyar kir ew weke hikûmetê ji bo ku pêvajoya aştiyê berdewam bike, xwedî îradeyeke mezin in û wiha berdewam kir: “Birêz Serokwezîrê me di sala 2005’an de li Amedê axaftinek kiribû û vê pêvajoyê bi wê axaftinê dest pê kiribû. Ew pêvajo hê jî berdewam dike.” Davutoğlu, got ew hêvî dikin ku Newroza îsal jî bibe sedema aştiyeke mayînde.


Piştî axaftinan Baydemîr, pirtûka ku Amedê dide nasandin, bi kurdî û tirkî hatiye nivîsandin diyariyê Davutoglu kir. Çav li rê ye ku Davutoglu îşev vegere Enqereyê.
Top