Ev Kompaniyên Ku Çek Dane Rejîma Besê Tên Darizandin
Di vê derbarê de Peyvdarê grûpa Dadwerên Cîhanî ragihand ku, bi hevkariya Nivîsîngeha Parêzerên navnetewî hewl didin daku, ev kompaniyên ku, çekên kîmiyawî pêşkêşî Rejîma Sedam Husênê kirine li Dadgeha Navnetewî de dabirêzinin.
Çavkaniya han diyar kir ku, ev du sale di vê warî de kar dikin û heta niha jî navên 20 kompaniyên curbicur destnîşan kirine ku , hevkariya Sedam kirine.
