• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kêşeyên Îraqê Di Nava Çend Rojên Din De Çareser Dibin

Gulan Media March 14, 2013 Nûçe
Kêşeyên Îraqê Di Nava Çend Rojên Din De Çareser Dibin
Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi hevpeymaniya nîştimanî Amer Faêz ragihand ku, tevahiya kêşeyên siyasî yên Îraqê di nava çend rojên pêşiya me de vê werin çareserkirin.

Faêz eşkere kir ku, berejwendiyên taybetî û yên takekesî sedema herî sereke ya wan kêşeyên heyiye.

Çavkanî diyar kir ku, hêviyeke gelek mezin heye ku, di wan rojên pêşiya me de aliyên siyasî yên Îraqê lihev bikin û kêşeyên heyî çareser bikin.
Top