Soran, Çalakîyên Roja Dayikbûna Barzanî yê Nemir
Endamê komîteya pêşwazîkirina mêvanan a mezarê Nemiran Xelîl Ehmed di bêjedanekê de ji PNA re ragihand:´´ îro bi boneya salroja ji dayikbûna Barzanî yê Nemir de çendîn çalakîyên corbicor dihêne encamdan û bi dehan nemam li çîyayên devera Barzan dihêne çandin û pêşangeha pûl û çend pêşangehên din dê bihêne vekirin.´´
Xelîl Ehmed herwisa got:´´ bi evê boneyê hezaran hevwelatîyan serdana mezarê Barzanî yê Nemir kirine.´´
