Kongreya Nûjdarî ya Mezopotamiyayê li Silêmaniyê hate lidarxistin.
Di kongreya han de ku, hijmareke Wezîrên Hikûmeta Kurdistanê û Parlementerên Parlementoya Kurdistanê, Nujdarên her çar parçeyên Kurdistanê û çendîn mêwanên biyanî jî têde beşdarin çendîn peyv û gotar di derbarê girîngiya vê kongreya han de hatin pêşkêşkirin.
Piştî bi dawî hatina wan peyvan kongre dest bi karên xwe kir û biryare ev kongreya han çend rojan berdewam be.
