• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bekir Bozdag: Efû Ji Ocelan Re Tune Ye

Gulan Media March 14, 2013 Nûçe
Bekir Bozdag: Efû Ji Ocelan Re Tune Ye
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag, dirûşma Newrozê ya BDP û KCD’ê rexne kir û got: “Ji Ocelan re efû tune ye. Hemû kes welatiyên Tirkiyeyê ne. Ne pêkan e ku ji kurdan re statû bê dayîn.”

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag, li Enqereyê pirsên rojnamevanan bersivandin. Rojnamevanan ji Bozdag re diyar kirin ku BDP û KCD di vê Newrozê de dirûşma “Ji Ocelan re azadî ji kurdan re statû” bi kar tînin. Li ser vê yekê Bozdag, got ev dirûşm û nêzikahî zirarê dide pêvajoya aştî û çareseriyê û xwest BDP zêde neaxive. Bozdag, destnîşan kir ji Ocelan re efû tune ye û ji kurdan re jî ne pêkan e statû hebe û wiha axivî: “Ev dirûşm û nêzikahî hewldanên pûçkirin û betalkirina vê pêvajoyê ne. Hemû kes welatiyên wekhev ên Komara Tirkiyeyê ne. Ji Ocelan re efû nabe.”

Bozdag, destnîşan kir divê pêşî PKK hêzên xwe bikişîne derveyî sînoran û dev ji çekan berde û wiha berdewam kir: “Hemû tişt piştî çekberdanê dikarin bên axaftin. Wê çaxê em ê bibînin dê çi bên kirin, çi gav bêne avêtin. Niha tiştê esasî gotinên Serokwezîrê me ne. Ew çi bibêje, ew e.”
Top