Ebdula Gûl: Serbestberdana dîlan dilxweşkere
Ebdula Gûl li sr pirsa serbestberdana dîlên Tirkiyê yên li ba PKK`ê ku Duh 13/3, serbest hatin berdan got: "Teqez tiştekî başe. Ev demek dirêje ku ji welat dûketine û nûçeya wan tunebû. Welatiyên me bi selametî vedigerin Tirkiyê tiştekî dilxweş kere."
Gûl li barê pêvajoyê de jî got: "Ger tundûtîjî û çek bêne rawestandin, wê demê siyaseta ewlekariyê wê vegera siyaseta reformê (Çaksaziyê) û derbasbûn wê hêsantir be."
Serokomarê Tirkiyê teqez kir û got: "Em di pêvajoyekî weha dene ku divê her kes bihayê wê bizane û encamên wê baş bin."
Hêjayî gotinê ye her îro PKK`ê ew 8 dîlên karmendên Tirkiyê bi reûresmeke ferîm û li pêş çavên çapemeniyê radestî şanda Tirkiyê kirin û berve Tirkiyê ve vegeriyan.
Xendan
