DBK Alîkarî li Ehres,Til Eran û Til Hasil belav kir
Ji aliyekî din ve, kempîna alîkariyê ku ji aliyê saziyên civakî û partiyên siyasî yên Bakûr`ê Kurdistanê ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, didomin û di çarçoveya kempînê de îro beşa 7'an a alîkariyê gihîşt bajarê Qamişlo.
Hêjayî gotinê ye ku , alîkariyên ji Şirnex, navçeyên wê Cizîr û Silopî, navçeyên Kerboran, Nisêbîn û Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, navçeya Farqînê ya Amedê û Êlihê (Batman) hatibûn ji Deriyê Sînor ê Nisêbîn`ê re derbasî Qamişlo hatin kirin, ku alîkariyên bi 20 wesayîtan hatibûn, ji aliyê Heyva Sor a Kurd, Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind a Kurd û Meclisa Gel a Qamişlo ve hatin wergirtin.
Xendan
