Idîa: Artêşa Azad dê êrişî Efrînê bikin
Fermandarekî ji artêşa azad ku nexwestiye navê xwe ji Welatî re aşkira bike, ragihandiye ku ev biryar ji aliyê ketîbeyên artêşa Sûrî ya azad û lîwaya Selahedîn ve piştî bûyerên gundên (Basûtê û Birc Ebdalo) yê hatiye girtin û ewê êrişî bajarê Efrînê a Rojavayê Kurdistanê bikin.
Wê jêder aşkira kiriye ku ev du rojin hejmarek mezin ji grûpên çekdar ketine navçeya (Rîf Heleb û Dar E`zê) û amadekariyên êrişê têne kirin.
Li ser plana vê êrişê jî fermandarê artêşa azad daye zanîn ku artêşa Sûrî ya azad wê Efrînê dorpêç bikin û êrişî hemû bazgehên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê bikin.
Fermandarê artêşa azad hişyarî daye ku eger hêzên YPG`ê ji navçeyê venekêşin ewê ji 3`ê mihweran ve êrişî Efrîn bikin.
Hêjayî gotinê ye di roja 8/3 li navçeya Efrînê li gundê Basûtê û Birc Ebdalo di navbera YPG`ê û çekdarên Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê şer qewimî û di ncamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn û her weha 2 endamên YPG`ê dîl ketin destê Partioya Azadî û deh dîlên Partiya Azadî di destê YPG`ê de ne û rewş gelekî aloz bûye.
Xendan
