• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ibrahîm Ceferî: Hevpeymaniya Me Bi Kurdan Re Bihêze

Gulan Media March 13, 2013 Nûçe
Ibrahîm Ceferî: Hevpeymaniya Me Bi Kurdan Re Bihêze
Evro Serokê hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê Îbrahîm Ceferî bi her yek ji Serokwezîrê Îraqê û Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Emar Elhekîm re civiya.

Di vê civîna han de rewşa siyasî ya Îraqê û kêşeyên heyî yên li vê welatî hatin nîqaşkirin.

Di vê civîna han de behsa hevpeymaniya heyî ya di navbera Kurd û Şîiyan de hate kirin û Îbrahîm Ceferî tekez li ser berdewambûna ev hevpeymaniya han kir.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, hevpeymaniya me ya bi Kurdan re bingeha sereke ya pêkanîna Hikûmeta niha ya Îraqê bûye û vê her wisa jî be.
Top