• Tuesday, 10 February 2026
logo

Berhem Salih: Bexdad Gerek Bizanibe Piştguhxistina Kurd Nahê Qebûlkirin

Gulan Media March 13, 2013 Nûçe
Berhem Salih: Bexdad Gerek Bizanibe Piştguhxistina Kurd Nahê Qebûlkirin
Berhem Ehmed Salih serok wezîrê berê yê Kurdistanê û cihgirê duyemê YNK sebaret bi arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdadê ragihand, ku ´´Bexdad gerek bizanibe ku piştguhxistina Kurd nahê qebûlkirin.´´


Berhem Salih ku duh di semînareke berfireha zanîngeha Amerîkayî ya Silêmanîyê ya bi navê ´´Dîdar´´ de amade bûbû, piştî evê semînarê ji dezgehên ragihandinê re got:´´ piştguhxistina alîyê Kurdî nahê qebûlkirin û pirsgirêka Iraqê jî tenê pirgirêka Kurd nîne, belku pirsgirêka gişt sîstema desthilatdarîya Iraqê ye.´´

Salih herwiha ragihand:´´ hikûmeta Iraqê û rayedarên Bexdadê gerek bizanibin ew rewşa niha nahê qebûlkirin û miletê Kurd ew hemû qurbanî daye û tekezî li ser Iraqeke demokratîk li ser bingehê hevbeşî û rêkevtinê kiriye.´´

Salih herwiha da xuyakirin, ku ´´careke din em qebûl nakeyn Kurd bihê piştguhxistin.´´
Top