• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ocalan, bi deng û rengê xwe dê li Newroza Amedê be

Gulan Media March 12, 2013 Nûçe
Ocalan, bi deng û rengê xwe dê li Newroza Amedê be
Li gor nûçeyeke rojnameya Milliyetê a Tirkî ku îro12/3,belavkiriye tê de hatiye ku, Serokê PKK`ê Abdulah Ocalan wê banga xwe ya Newrozê bo danîna çekan ne bi rêya navbeynkaran, belku wê bi deng û rengê xwe raghîne.

Piştî ku notên hevdîtina di navbera Ocalan û heyeta BDP`ê de, ku derketibûn derve gelekî bû rojev û wek bombeyê teqiya, ku di wan notan de hatibû gotin ku Serokê PKK`ê birêz Ocalan nexşeriyeke aştiyê amade kiriye û wê di newroz de rabighîne.

Her weha hevserokê BDP`ê Selahedîn Demirtaş ragihandibû ku di 21 adarê de li Amedê Ocalan wê plana aştiyê rabighîne.

Li gor nûçeya Milliyetê niha idîa`yek li kulîsan de digere û li gor wan idîayan Ocalan wê banga xwe ya çekdanînê û nexşeriya aştiyê bi riya navbeynkaran na, belku wê bi deng û reng, wê bangê bike.

Rojnameya Milliyetê aşkira dike ku ji bo vê yekê li Îmraliyê videoyek dê bê amadekirin. Ev video bi rêya sînevizyonê di pîrozbahiyên Newroza Amedê de dê bê weşandin.

Hejayî gotinê ye ku ev idîa`ya ku ji guh bo guhan tê belav kirin hîna çi daxuyaniyek fermî ji aliyê Enqerê ve nehatiye ragihandin. Lê li gor rojnameyê ji ber metirsiya hikûmetê ji sabotekirina pêvajoyê, ihtîmala planek weha gelekî kême.

Xendan
Top