Erdhejeka bihêz Duhok hejand
Birêvebirê keşnasî û erdhejê ya Duhokê Umîd Mehsum Mayî ji Xendanê re ragihand ku: "duh 11/3 di demjimêr 5:57 xulek danê êvarê erdhejekê sînorê parêzgeha Duhokê hejand."
Mehsum Mayî got: "Li gor pîverê rêxterê erdhej bi pileya 4.8 bûye. Lê bi bê ku dema erdhejê diyar bike."
Birêvebirê keşnasî û erdhejê ya Duhokê diyar kir ku erdhej li devera Şêxanê rûdaye û piştre jî çend navçeyên sînorê parêzgeha Duhokê girtiye ber xwe.
Umîd Mehsum Mayî aşkira kir ku heya niha ziyan û zererê erdhejê nehatiye zanîn.
Peyamnêrê Xendanê li bajarê Duhokê jî ragihand ku erdhejê tirs û nîgeraniyek mezin li ba şêniyên wî bajarî dirustkiriye.
Xendan
